

Ji ber rewþa dijwar ya jiyana wê demê wî nekarîbû xwendina xwe temam bike. Li sala 1978an yekem kaseta xwe derxist. paþî bû pêþmerge û li gel pêþmergatiyê jî berdewamî bi hunerê da û çend berhem û kaset çêkirin. Wî çendîn stranên þoreþgerî çêkirin ku ta niha jî ew stran pirr tên guhdarîkirin.
Helbet ji ber ku çêkirina kasetan li çiya gelekî bi zehmet bû û jiber ku Erdewan dixwest hunera xwe pêþbixe û bigihîne hemû gelê Kurd, wî gelek hewil dan ku xwe bigihîne Ewropa. Lê derfet çênebûn û pêwîst bû ew pasportek iraqî derxîne. Loma ew careke din vegeriya bajarê Zaxo û mijûlî çêkirina pasporta xwe bû. Lê dîsan wî dest ji hunerê berneda û xwe weke pêþmerge hesab dikir û li hemû þev û ahengan de, li Kurdistanê û li Bexda jî.
Dema ku diçû ser seko û sehnê, wî bi navê ‘Kurdistan Barzanî û Pêþmerge’ þahî dest pê dikir, ev yek jî bi dilê karbidestên rijîma Bees nebû. Loma li roja 28/01/1986, anku piþtî þeþ rojan ji wexerkirina Eyaz Zaxoyî, di demekê de ku Erdewan di hoteleke bajarê Bexda razayî bû, kabidestên Emn û Istixbarata Bees ew girt, wenda kir û ta niha jî kes nizane ew li kû ye û çi lê hatiye.
Gelek hunermendên kurd dibêjin ku dengê Erdewan dengekî nimûneyî bû û ta li ba kesek din peyda bûye